Konferansa hevbeş a rojnamevaniyê ya wezîrên derve yên Tirkiye û Iraqê
Piştî hevdîtina wezîrên derve yên Tirkiyê û Iraqê, ew beşdarî konferansa hevbeş a rojnamevaniyê bûn. Di vê konferansê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ku wan ser pirsên herêmî yên navçeyê, yên wekî Iran, rewşa Sûriyê, Yemen û Lîbyayê gotûbêj kirin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi pêgîriya ser bihêzkirina pêwendiyên siyasî, emnî, aborî û bazirganî yên du alî got: “Îro me behsa tevahiya warên peywendiyên dualî yên di navbera xwe de kir. Em dê ji bo pêşxistina wan peywendiyan bi hevre kar bikin. Em dixwazin Iraq bibe pira peywendiyê di navbera Ewropa û welatên Kendava Farsê de hem di warê veguhestin û hem jî di warê bazirganiyê de, bo wê yekê pêwîst e em diriyeke din ê veguhestinê di navbera herdu welatan de vekin û herwiha kar bikin bo avakirina riya hesin û rêyên hişkaniyê. Tirkiye dê beşdariyeke çalak bike di avedankirina Iraqê de.
Çavuşoglu herwiha anî ziman ew dixwazin konsulxanên xwe li Mûsl û Besrayê jî vekirin û di dewamê de got: “Ji bilî wan em dixwazin li Necef û Kerkûkê jî konsulxanên xwe vekin ku bo parêzgeha Necefê mohlet hatiye dan û em hêvî dikin mohlet bo Kerkûkê jî bê dayîn ku ew yek dibe sedema bihêzkirina peywendiyên dualî.
Di beşeke din axaftina xwe de Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Pêwîst e em li hemberî rêxistinên terorê haydar bin û bo wê yekê hevkariya navbera welatên cîran de giring e û em amade ne ku li dijî PKK jî bi hev re kar bikin û Iraqê ji tevahiya rêxistinên terorê paqij bikin.
Çavuşoglu ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê ber bi dawiya salê bo 4emîn Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Payebilind serdana Iraqê bike.
Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm jî da zanîn, ku di civînê de me desnîşan kir ku em naxwazin sînorê Iraqê bo êrîşa li ser Tirkiyê bê bikaranîn.
Mihemed Hekîm got: “Ev serdan beşeke ji zincîre serdanan bo pevguhehrtina nerînan û berdewamiya pêwendiyên dualî di navbera herdu aliyan de li ser asta bilind bo piştgîrîkirina pêwendiyan siyasî, civakî û aborî, emnî û zêdekirina danûstandinên bazirganî û geştiyarî û vîzayê ye.
Hakîm got: Me behsa pirsên herêmî jî kir. Ev gutûbêj bo herdu aliyan sûdmend e. Tekezî li ser qebareya pevguhertina bazirganiyê û serdanên herdu aliyan li ser asta bilind hate kirin. Me bi hurgilî pirsên girîng bo Tirkiyê û Iraqê gotûbêj kirin. Di nav de jî me behsa şerê li dijî grûpên terorê û li ser sînorê Iraq û Tirkiyê kir.”