Hevdîtina wezîrên derve yên Iraq û Tirkiyê li Bexdayê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ji bo gotûbêja bi rayedarên derecebilind ên Iraqê re gihîşt Bexdayê û li hevdîtina xwe ya yekim bi wezîrê derve yê Iraqê re civiya.
Îro danê sibê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu gihîşt Bexdayê û li balafirgeha Bexdayê ji aliyê sefîrê Tirkiyê Fatîh Yildiz ve hat pêşwazîkirin.
Piştî vê yekê Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm li avahiya wezareta derve bi şendeke bilind ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.
Wezîrê derve yê Tikiyê ligelê berpirsên Iraqê wê ser çawaniya dana 5 milyar dolar ji bo avakirina Iraqê û rûbirûbûna bi PKKê re û çend babetên peywendîdar yên wekî av û peywendiyên bazirganî gotûbêjê bike.
Biryar e çavuşoglu serdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî bike û piştre jî ligel hejmarek ji parlementerên Tirkman ên parlemena Iraqê bicive.
Herwiha biryar e Çavuşoglu îşev serdana parêzgeha Besrê li başûrê Iraqê bike û beşdarî merasîma vekirina konsulxana welatê xwe li wê parêzgehê bibe.
Çavûşoglu dê piştî hevdîtina bi rayedarên Bexdayê re, derbasî Hewlêrê bibe û bi rayedarên Kurdistana Iraqê re jî hevdîtin bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy beriya niha gotibû, Çavûşoglu dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin bike.