Iraq û Rûsyayê belgeya hevkariyê îmza kirin
Iraq û Rûsyayê bi îmzakirina belgeyeke hevpar li ser zêde û berfirekirina hevkariyên xwe li gişt mijaran li hev kirin.
Li gor IRNA, Wezareta derve ya Iraqê ragihand ku duh pêncşemê di çarçova lidarxistina rûniştina Komîsiyona Hevpara a Iraq û Rûsyayê li Bexdayê, du aliyan bi îmzakirina belgeyeke hevpar li ser zêde û berfirekirina hevkariyên xwe li mijarên curbicur ên wek berhemanîn û xizmetkariyê pêgîrî kirin.
Ev belgeya ji aliyê wezîrê derve yê Iraqê Muhemed Elî Hekîm û alîkarê serokwezîrê Rûsyayê û serokê rûsî yê Komîsiyona Hevpar a du welatan Yorî Borîsov îmza bû.
Wezareta derve ya Iraqê ragihand ku Bexda û Moskowê li hev kirin ku gişt berbendên ser riya berfire û zêdekirina pêwendiyên du welatan li mijarên wek bazarganî, diravî, bankî, enerjî, cereyan, çavkaniyên madenê, pêşe, pêwendî, teknolojiya agahiyan, rê û tranzît, cotkarî, avadanî, mesken, tendirustî, çand û tûrîsmê werin rakirin.
Alîkarê serokwezîrê Rûsyayê Yorî Borîsov roja çarşemê ji bo sefereke du rojî gihêşte Bexdayê û bi rayedarên iraqî re ji wan bi serokomarê vî welatî Berhem Salih re hevdîtin û gotûbêj kir.