Rojnamevanekê holendî rastiya firotina gaza kîmyayî bo Sedam aşkera dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303489-rojnamevanekê_holendî_rastiya_firotina_gaza_kîmyayî_bo_sedam_aşkera_dike
Arnold Kars Kîns, ew rojnamevanê holendî ye ku bo cara yekem belge û girova firotina çekên kîmyayî bo rijêma Sedam li ser bazirganekî ku hevwelatîyê Wî ye belav dike û wî radestê dadgeha tawanên nêvdewletî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2019 11:00 Asia/Tehran
  • Rojnamevanekê holendî rastiya firotina gaza kîmyayî bo Sedam aşkera dike

Arnold Kars Kîns, ew rojnamevanê holendî ye ku bo cara yekem belge û girova firotina çekên kîmyayî bo rijêma Sedam li ser bazirganekî ku hevwelatîyê Wî ye belav dike û wî radestê dadgeha tawanên nêvdewletî dike.

Kîns bi Kurdistan 24 re ragehand: Rijêma Sedam Husên tawanên gelek mezin bi çekên komkuj beramber gelê Kurd û Îranê encam daye. Lewma giring e li dadgeha nêvdewletî li dijî wan kes û kompanyayên ku bazirganî kirine bi wan çekan û pewendî hebûne li gel rijêma berê ya Îraqê, doz were vekirin.

Kîns herwiha got: Ez gelek caran hatime Îraqê. Min şerrê Îraq dijî Îranê li sala 1987ê dîtiye. Lewma ez haydarbûm li bikaranîna çekê kîmîyayî ji alîyê Sedam Husên ve,li dijî xelkê Kurdistanê û Îranê. Sala 1991, Ez li Bexda li hotêla Reşîd bûm. Min zelamek dît ku radyoyeke biçûk pê re bû. Tişek çirîse û seyir bû di wê demî de, te radyoyeka weha hebe. Ez çûm ba wî û xwe pê re danasîn û Wî jî got : Navê Min Frans e û Ez xelkê Elmanyayê me. Lê dûv re bo Min xuya bû ku Xelkê Holendayê ye. Gelek nêzîk e ji Sedam Husên. Pişt re maddeya DOD firotibû Sedam Husên ku bo çêkirina gaza Xerdelê tê bikaranîn. Di destpêkê de hinek ji Japanê kirrîbû. Dûv re jî hinek ji Emerîkayê kirrîbû û anî bû Ûrdinê û ji wir ve jî bo Bexda. Di dawîyê jî ew karesat(Helebçe) jê çêbû ewa em hemû dizanîn.