Ebdulmehdî: Iraq ser hevkariya bi hemî welatên cîran re disekine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303438-ebdulmehdî_iraq_ser_hevkariya_bi_hemî_welatên_cîran_re_disekine
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel taxima emerîkî ya bi serokatiya Jeanne Shaheenê de got: Iraq li dû peywedniyên li gor berjewendiyên hevpar bi welatên cîran re ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2019 15:08 Asia/Tehran
  •  Ebdulmehdî: Iraq ser hevkariya bi hemî welatên cîran re disekine

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel taxima emerîkî ya bi serokatiya Jeanne Shaheenê de got: Iraq li dû peywedniyên li gor berjewendiyên hevpar bi welatên cîran re ye.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, Adil Ebdulmehdî îro got: Iraq navenda hevsengiya navçê ye lewma pêgirîyê ser danîna peywendî, hevkarî û  parvekirina berjewendiyan bi hemî welatên cîran re bona pêkanîna aramî û geşatiyê dike.

 Ebdulmehdî got: DAIŞ, kanserek e ku divê ji şerê wê  rizgar bibin û Iraqê karî bi camêrtî û lehengiya gelê xwe DAIŞ`ê têk bibe.

Wî her wiha got: Bona pêşketina di warên avedankirin, dabînkirina xizmetan, kemlandina  pêvajoya vegeryana hemî awareyan bo navçên xwe û avedankirina binavhiyan de divê pir hewl bidin.