Kemlandin hêzgeha berhemanîna karebayê ya Kerkûkê bi hevkariya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303402-kemlandin_hêzgeha_berhemanîna_karebayê_ya_kerkûkê_bi_hevkariya_Îranê
Wezîrê enerjiyê yê dewleta Iraqê raghand ku proja çêkirina hêzgeha 320 MW ya berhemanîna karebayê li Kerkûkê bi hevkariya şîrketeke îranî tê kemlandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2019 12:46 Asia/Tehran
  •  Kemlandin hêzgeha berhemanîna karebayê ya Kerkûkê bi hevkariya Îranê

Wezîrê enerjiyê yê dewleta Iraqê raghand ku proja çêkirina hêzgeha 320 MW ya berhemanîna karebayê li Kerkûkê bi hevkariya şîrketeke îranî tê kemlandin.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, û ji zarê televîayona kurdîziman a NRTyê, Lûyî Xetîb raghand ku bona çareserkirina pirsgirêka kêmasiya  karebaya Kerkûkê  daxwaz ji şîrketa neteweyî ya berhemanîna  karebaya Iarqê kiriye ku  proja çêkirina  hêzgeha 320 MW ya berhemaîna  karebayê li navça Debsa Kerkûkê bi alîkariya Îranê dawî bînin.

 Wezîrê enerjiyê yê dewleta Iraqê got ku şîrketa berhemanîna  hêza karebaya Iraqê erkdar bûye ku bi şîrketa sanîra îranî li bara  kemlandina vê projeyê gotûbêjê bikin.

 Wî destnîşan kir ku sedî 65 ê vê projeyê pirtir ji aliyê şîrketa Power Mahine a rûsî cih hatiye lê ev şîrketa li sala 2011`an karê ser vê projeyê rawestand.

 Kiryara dewleta Iraqê bona  wergirtina alîkariyê ji Îranê li kemlandina  vê projê li halekê ye ku Emerîkayê zextên xwe bona boykotkirina Îranê û girtina pêşiya peywedniyên vî welatî bi taybet bi Iraqê re zêde kiriye.