Bexda û Enqerê têkildarî derxistina PKK`ê ji Iraqê lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303397-bexda_û_enqerê_têkildarî_derxistina_pkk_ê_ji_iraqê_lihev_kirin
Parlimanterê Hevalbendîya Al Fathê li Parlimana Iraqê ragihand ku dewleta vî welatî û Tirkîyê liser derxistina hêzên PKK`ê ji axa Iraqê lihev kirine û ji fermandeyên ewlehîyê yên welêt xwestîye ku di vî warî de bi Tirkîyê re hevkarîyê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2019 11:51 Asia/Tehran
  • Bexda û Enqerê têkildarî derxistina PKK`ê ji Iraqê lihev kirin

Parlimanterê Hevalbendîya Al Fathê li Parlimana Iraqê ragihand ku dewleta vî welatî û Tirkîyê liser derxistina hêzên PKK`ê ji axa Iraqê lihev kirine û ji fermandeyên ewlehîyê yên welêt xwestîye ku di vî warî de bi Tirkîyê re hevkarîyê bikin.

Ligorî rapora Kanala Kurdistan24`ê, Parlimanterê Hevalbendîya Al Fathê li Parlimana Iraqê Fazil Fetlawî ragihand ku dewleta vî welatî û Tirkîyê liser derxistina hêzên PKK`ê ji axa Iraqê lihev kirine.

Wî herwiha got ku dewleta Iraqê  ji fermandeyên ewlehîyê yên vî welatî xwestîye ku di vî warî de bi Tirkîyê re hevkarîyê bikin.

Wî Parlimanterê iraqî herwiha got ku dewleta Tirkîyê ji Iraqê xwestîye ku hêzên PKK`ê ji axa vî welatî derxe û Bexda jî niha hewil dide ku bi hevkarîya welatên cînar ewlehîya sînorên xwe dabîn bike.

Fazil Fetlawî pêgirî kir ku piştî pejirandina pêşnumaya derxistina hêzên bîyanî ji axa Iraqê, hêzên Tirkîyê jî ku li pişkeke bakura wî welatî ne, divê terka Iraqê bidin.