Hêzên iraqî 27 jin û zarokên Êzidî yên azadbûyî wergirtin
Berdevkê Mêdyaya Ewelhîyê ya Iraqê ragihand ku hêzên vî welatî 27 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji lepên DAIŞ`ê azadbûyî, wergirtin.
Berdevkê Mêdyaya Ewelhîyê ya Iraqê Yehya Resûl ragihand ku wan 27 jin û zarokên Kurd ên Êzidî ku piştî rizgarbpûna ji lepên DAIŞ`ê li Kempa Holê hatibûn bicihkirinê, wergirtin.
Endamê Rêveberiya Mala Êzdiyan li herêma Cizîrê Silêman Hesen jî dibêje, dibe ku hejmareke mezin ji Kurdên Êzdî li Kampa Holê hebin, lê ji ber ku nêzîkî 80 hezar kes li wê kampê hatine bicihkirin, dîtin û naskirina wan jin û zarokên Kurd ên Êzdî jibo wan zehmet e. Em kesên ku peyda dikin radestî berpirsên Şingalê dikin.
Hejmarek kes di şerê dijî DAIŞ`ê li Baxoz de ji aliyê HSD`ê ve rê li ber wan hatibûn vekirin û li Kampa Holê hatibûn bicihkirin, herî dawiyê jî ji wê kampê hatin derxistin û li Mala Êzdiyan li gundê Qizilçox yê girêdayê Amûdê li Cizîrê pêşwazî li wan hat kirin.