Hevhatina Iraq û Sûriyê bona vekirina derbasgehên sînorî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303252-hevhatina_iraq_û_sûriyê_bona_vekirina_derbasgehên_sînorî
Dewleta Iraqê li bara hevhatina vî welatî bi Sûriyê re bona vekirina derbasgehên sînorî yên hevpar agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2019 12:54 Asia/Tehran
  • Hevhatina Iraq û Sûriyê bona vekirina derbasgehên sînorî

Dewleta Iraqê li bara hevhatina vî welatî bi Sûriyê re bona vekirina derbasgehên sînorî yên hevpar agahî da.

 Li gorî rapora El-Alamê, Kazim El-Uqabî serokê taxima derbasgehên sînorî yên Iraqê roja pêncşemiyê got: Dewleta vî welatî û Sûriyê li hev kirin ku derbasgehên  Elê-Qaim û Bûkemalê bi zûtirkê bo danûstandina  ticarî navbera her du welatan bên vekirin.

  El-Uqabî her wiha got: Pêgavên pêdivî bona amadekirina  van du derbasgehan hatinerakirin û ev derbasgeh dê heta şeş mehên din bên vekirin.

 Kazim El-Uqabî her wiha li bara hevhatina Bexda û Şamê bo dewama hevahengî û şêwirîna bona vekirina derbasgehên din ên sînorî yên hevpar agahî da.

 Sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê ji dema êrişa endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ser van du welatan û dagirkirina navçên  berfireh ji wan, ji kontrola dewletên Iraqû Sûriyê derket û endamên DAIŞ`ê ev sînor bona êrişa ser navçên xelkê sivltêde bi kar dianîn.

 Artêşên Sûriyê û Iraqê vê dawiyê bi alîkariyên  misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriyên  Rûsiyê karîn ku dosiya koma terorîstî ya  DAIŞê li van du welatan girêdin.