Iraqê milyardek Dolarî jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê xwest
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303251-iraqê_milyardek_dolarî_jibo_muhakimekirina_têrorîstên_bîyanî_yên_daiŞ_ê_xwest
Dewleta Iraqê jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ku bi destê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) hatine girtinê, ji Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê daxwaza miyardek Dolarî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2019 12:41 Asia/Tehran
  • Iraqê milyardek Dolarî jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê xwest

Dewleta Iraqê jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ku bi destê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) hatine girtinê, ji Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê daxwaza miyardek Dolarî kir.

Ligorî rapora Malpera Hawilatîyê, Çavkanîyekî iraqî ragihandîye ku Bexda hazir e di berdêla wergirtina milyardek Dolarî ji Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê de, têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ku bi destê HSD`ê hatine girtinê, muhakime bike.

Dewleta Iraqê ragihandîye ku bi wergirtina wî diravî yê têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ji HSD`ê wergire û li Iraqê dîwana wan bike û bixe zîndanê û bi vî awayî welatên ewrûpî idî neçar nabin ku welatîyên ku tevlî DAIŞ`ê bibûn wergirin.

Heke ev merc û daxwaza Bexdayê were qebûlkirinê, dewleta Iraqê yê bikare di proseya muhakimekirin û cezakirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê de, diraveke zêdetir jibo dabînkirina xercên xweyîkirina di zîndanên xwe da bixwaze.

Zêde ji hezar têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê bi destê HSD`ê hatine girtinê û di zîndanên Sûrîyê dane û ev yeka bûye pirsgirêkeke ewlehîyê ya hestyar jibo welatên ewrûpî, çinku ew welatana hazir nînin ku wan kesana wergirin û rê bidin ew bizvirin Ewrûpayê.