Iraqê milyardek Dolarî jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê xwest
Dewleta Iraqê jibo muhakimekirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ku bi destê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) hatine girtinê, ji Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê daxwaza miyardek Dolarî kir.
Ligorî rapora Malpera Hawilatîyê, Çavkanîyekî iraqî ragihandîye ku Bexda hazir e di berdêla wergirtina milyardek Dolarî ji Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê de, têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ku bi destê HSD`ê hatine girtinê, muhakime bike.
Dewleta Iraqê ragihandîye ku bi wergirtina wî diravî yê têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê ji HSD`ê wergire û li Iraqê dîwana wan bike û bixe zîndanê û bi vî awayî welatên ewrûpî idî neçar nabin ku welatîyên ku tevlî DAIŞ`ê bibûn wergirin.
Heke ev merc û daxwaza Bexdayê were qebûlkirinê, dewleta Iraqê yê bikare di proseya muhakimekirin û cezakirina têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê de, diraveke zêdetir jibo dabînkirina xercên xweyîkirina di zîndanên xwe da bixwaze.
Zêde ji hezar têrorîstên bîyanî yên DAIŞ`ê bi destê HSD`ê hatine girtinê û di zîndanên Sûrîyê dane û ev yeka bûye pirsgirêkeke ewlehîyê ya hestyar jibo welatên ewrûpî, çinku ew welatana hazir nînin ku wan kesana wergirin û rê bidin ew bizvirin Ewrûpayê.