Berhem Salih: Iraq dê nebe baregehek ji bo azirandina welatên cînar
Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê got: Iraq napejirîne ku bibe baregeik jibo her cûre kiryara bi armanca azirandina welatên cînar.
Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa serokoamrtiya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Berhem Salihê serokomarê vî welatî îro anku Pêncşemiyê di hevdîtina bi Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê li ser pêwîstiya kêmkirina kêşeyan li navçeyê û hevkariya jibo têkoşîna dijî tundrêtî û têrorîsmê pêgirî kir.
Salih tevî amajeya bi pêwîstiya xurtkirina pêwendiyên dualî navbera Îran û Iraqê, ji pişetavniya Komara Îslamî ya Îranê ji hêêzn çekdar ên Iraqê di şerê dijî koma têroîrst a DAIŞê sipasî kir û got: Iraqê hewilê dide ku meydanek jibo berjewendiyên hevpar ên gel û dewletên navçeyê be.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê jî di vê hevdîtinê da li ser piştevaniya Îranê ji Iraqê di hemî waran da û xurtkirina hevkariyên du welatan pêgirî kir.