Hevdîtina serokkomarê Iraqê tev şandiyê Pûtîn li Bexdayê
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê, daxwaza beşdariya vî welatî li karê avedankirina Iraqê kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Berhem Salih, serokkomarê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina Mîxayîl Bogdanof, alîkarê wezîrê karên derve û şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn li Bexdayê ser baldariya Moskowayê ser xurtkirina peywendiyên dualî li warên siaysî, baorî û xebitandina sermayê teqez kir.
Berhem Salih her wiha bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên Bexda û Moskowayê û daxwaza xebitandina sermaya Rûsiyê li beşa nift û enerjiya Iraqê kir.
Serokkomarê Iraqê di dewamê de ser pêwîstiya hevahengiya hewldanên anvçeyî û navneteweyî bona rawestana li ber terorîzmê û fanatîzmê, kêmkirina aloziyê û berfirehkirina perspektîvên hevkariya bona xurtkirina ewlehî û aramiya li navçê kir.
Şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn jî bal kişand ser piştgiriya dewlet û gelê Rûsiyê ji Iraqê û ji berfirehkirina peywendiyên her du welatan li hemî waran piştgirî kir.