Şandina yekim barê alîkariyên mirovheziyê yên Iraqê bo lehîlêxistiyên Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303188-Şandina_yekim_barê_alîkariyên_mirovheziyê_yên_iraqê_bo_lehîlêxistiyên_Îranê
Yekim barê alîkariyên mirovheziyê yên Iraqê bo lehîlêxistiyan Ji Besra başûrê vî welatî berê xwe dan navçên lehîlêxistî yên Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2019 15:48 Asia/Tehran
  •  Şandina yekim barê alîkariyên mirovheziyê yên Iraqê bo lehîlêxistiyên Îranê

Yekim barê alîkariyên mirovheziyê yên Iraqê bo lehîlêxistiyan Ji Besra başûrê vî welatî berê xwe dan navçên lehîlêxistî yên Îranê.

Ehmed Siyahpûş serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Besrayê roja çarşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got: Komên curbicure gelanî  yên parêzgehên başûrî yên Iraqê li çend rojên buhurî seredana  konsûlxanên Îranê kirin û amadetî û hez û meyla xwe bo şandina alîkariyên xwe  bo biraderên îranî xisardîtî li lehiyên vê dawiyê raghandin.

Siyahpûş bal kişand ser alîkariyên pereyî yên gelê Iraqê bo lehîlêxistiyên Îranê û got: Ev alîkarî ji riya serkonsûlgeriyê an bi awayê rasterast tên rijandin bo hesabên Hîva Sor ên Komara Îslmaî ya Îranê.

 Serkonsûlê Îranê li Besrayê her wiha li bara şandina nêzîkî 50 tirêyliyên hilgirê cureyên xelatan û alîkariyên  gelê başûrê Iraqê bo lehîlêxistiyên  îranî li rojên  tê agahî da.

 Barînên bêmînak ên du heftiyên buhurî û rabûna lehiyê li hin navçên bakur û başûrê Îranê gelek xisarên  aborî û canî bi cih hişt. Rêxistina Pizîşkiya Qanûnî ya Îranê, hejmara  gorriyan 70 kes raghand.