Teqezkirina Iraqê ser pêwîstiya kêmkirina aloziyê li navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303187-teqezkirina_iraqê_ser_pêwîstiya_kêmkirina_aloziyê_li_navçê
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina fermandê erknatiya fermandehiya navendî ya artêşa Emerîkayê li rojava Asiyayê ser pêwîstiya kêmkirina aloziyê li navçê û xurtkirina ewlehiya navçeyî û navneteweyî teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2019 15:46 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina Iraqê ser pêwîstiya kêmkirina aloziyê li navçê

Serokkomarê Iraqê li hevdîtina fermandê erknatiya fermandehiya navendî ya artêşa Emerîkayê li rojava Asiyayê ser pêwîstiya kêmkirina aloziyê li navçê û xurtkirina ewlehiya navçeyî û navneteweyî teqez kir.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars News`ê, nivîsgeha serokkomariya Iraqê li daxûyaniyekê raghand: Kênt Mekênzî, fermandê erknatiya navendî ya artêşa Emerîkayê li rojava Asiyayê ku Îranê ew wek koma terorîstî raghand, roja sêşemiyê li Bexdayê bi Berhem Salih serokkomarê Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Mekênzî li hevdîtina bi serokkomarê Iraqê re îdia kir ku Emerîka dê piştgiriay xwe ji hêzên iraqî bona jinavbirina terorîzmê bidomîne.

 Hevdîtina fermandê erkantiya navendî ya artêşa Emerîkayê li rojava Asiyayê bi serokkomarê Iraqê re li Bexdayê piştî wê cih hat ku Emerîkayê vê dawiyê navê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî xiste lîsteya komên terorîstî  û Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê jî wek berteka li hember vê kiryara Emerîkayê, hêzên eskerî yên vî welatî li navça rojava Asiyayê( Sentkamê) û hemî hêzên ser bi wê wek komên terorîstî bi nav kirin.

 Wezareta karên derve ya Iraqê jî bi daxûyaniyekê teqez kir ku biryara dewleta Emerîkayê li terorîstî binavkirina Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî  ne bi sûda navçê ye.