Opêrasyona serketî ya Hêzên Heşdi Şeibî li başûra Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303181-opêrasyona_serketî_ya_hêzên_heşdi_Şeibî_li_başûra_bexdayê
Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku hêzên vê sazîyê êrişa têrorîstan li devera Curf Al Nasrê li başûra Bexdayê bêencam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2019 15:40 Asia/Tehran
  • Opêrasyona serketî ya Hêzên Heşdi Şeibî li başûra Bexdayê

Sazîya Hêzên Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku hêzên vê sazîyê êrişa têrorîstan li devera Curf Al Nasrê li başûra Bexdayê bêencam kirin.

Sazîya Hêzên Heşdi Şeibî ya Iraqê îro di daxûyanîyekê de ragihand: Têrorîstên DAIŞ`î di sietên dawîya şeva buhurî de dil hebûn ji milê Firatê ve êrişî nahîya Curf Al Nasrê bikin ku bi berxwedana Hêzên Heşdi Şeibîyê komploya wan hat pûçkirinê û têrorîst neçar man ku birevin.

Hêzên Heşdi Şeibî Duşemê şevê jî çend têrorîstên tekfîrî li parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê kuştin.