Hevdîtina serokkomarê Iraqê tev şandiyê Pûtîn li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303180-hevdîtina_serokkomarê_iraqê_tev_şandiyê_pûtîn_li_bexdayê
Serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê, daxwaza beşdariya vî welatî li karê avedankirina Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2019 15:40 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina serokkomarê Iraqê tev şandiyê Pûtîn li Bexdayê

Serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê, daxwaza beşdariya vî welatî li karê avedankirina Iraqê kir.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Berhem Salih, serokkomarê Iraqê roja Çarşemiyê li hevdîtina bi Mîxayîl Bogdanof, alîkarê wezîrê karên derve û şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata Navîn li Bexdayê ser  baldariya Moskowayê ser xurtkirina peywendiyên dualî li warên siaysî, baorî û xebitandina sermayê teqez kir.

 Berhem Salih her wiha bal kişand  ser peywendiyên dîrokî yên Bexda û Moskowayê û daxwaza xebitandina  sermaya Rûsiyê li beşa nift û enerjiya Iraqê kir.

 Serokkomarê Iraqê di dewamê de ser pêwîstiya hevahengiya hewldanên  navçeyî û navneteweyî bona rawestana li ber terorîzmê û tundrêtiyê, kêmkirina aloziyê û berfirehkirina perspektîvên hevkariya bona xurtkirina ewlehî û aramiya li navçê kir.

 Şandiyê taybet ê serokkomarê Rûsiyê bo Rojhilata  Navîn jî bal kişand ser piştgiriya dewlet û gelê Rûsiyê ji Iraqê û ji berfirehkirina peywendiyên her du welatan li hemî waran piştgirî kir.