Hizbullaha Iraqê: Komên berxwedêr ên iraqî yê milbimil li rex Sipahê bin
Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê kiryara bikîn a Serokomarê Amerîkayê ya têrorîstnasandina Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî bi tundî şermezar kir û got ku Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî himberî komployên Waşîngtonê li rex gelên herêmê sekinîye.
Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê Seyîd Ceifer Hisêynî herwiha got: Komên berxwedêr ên iraqî yê milbimil li rex Sipahê jibo sekinîna himberî her alûgurekê li herêmê bin.
Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê berî vîya jî gotibû ku Komara Islamî ya Îranê û Hizbullaha Libnanê tenha piştgirên Iraqê di şerê dijî koma têrorîst a DAIş`ê de ne.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Islamî Al Nuceba ya Iraqê jî wek berteka himberî kiryara bikîn a Trump dijî Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ragihand ku ev karê Waşîngtonê tu bandorekê li helwesta komên berxwedêr ên iraqî û hêzên şoreşgêr ên vî welatî nake.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh di daxûyanîyekê de ku Qesra Sipî weşand, ragihand ku navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê xistîye lîsta komên têrorîst a Amerîkayê.