Liv û tevgerên nû yên leşkerên amerîkî li Al Anbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303082-liv_û_tevgerên_nû_yên_leşkerên_amerîkî_li_al_anbara_iraqê
Çavkanîyekî li Parêzgarîya Al Anbar li rojavaya Iraqê basa livû tevgerên nû yên leşkerên amerîkî li sêkoşeya sînorî ya Iraq, Sûrîye û Urdinê li rojavaya Al ANbarê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2019 04:36 Asia/Tehran
  • Liv û tevgerên nû yên leşkerên amerîkî li Al Anbara Iraqê

Çavkanîyekî li Parêzgarîya Al Anbar li rojavaya Iraqê basa livû tevgerên nû yên leşkerên amerîkî li sêkoşeya sînorî ya Iraq, Sûrîye û Urdinê li rojavaya Al ANbarê kir.

Çavkanîyekî li Parêzgarîya Al Anbar li rojavaya Iraqê ragihand ku leşkerên amerîkî teyarkirî bi helekoptêrên cengê bêyî agahdarî û hevdengîya digel hêzên iraqî li çola li sînorê di navbera Iraq, Sûrîye û Urdinê li Al Anbarê dest bi opêrasyona gerr û naskirinê kirin.

Heger û armanca vî karê hêzên amerîkî hê nehatîye kivşkirinê.

Liv û tevgerên leşkerî yên nû yên Amerîkayê li rojavaya Iraqê di halekî da ne ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump berî vîya ragihandibû ku dil tineye leşkerên amerîkî ji Iraqê vekişîne.