Alimên dînî yên iraqî xwe şirîkê xema mexdûrên lehîya li Îranê zanîn
Alimên Şîe û Sunne yên Iraqê di hevdîtinên cida digel nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li Iraqê û Serkunsolxana Komara Islamî ya Îranê li şarê Necefê de xwe şirîkê xema mexdûrên lehîya li Îranê zanîn.
22 alimên dînî yên Şîe û Sunne di hevdîtinên cida digel nunerê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê li Iraqê û Serkunsolxana Komara Islamî ya Îranê li şarê Necefê de xwe şirîkê xema mexdûrên lehîya li Îranê zanîn û ragihandin: Sînorên erdnigarîyê nikarin her du gelên Îran û Iraqê ji hev cida bikin.
Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li şarê Necefê Hemîd Mekarim jî qedrê wan alimên iraqî ji ber peymanên dilovanî û biratîyê girt û got: Îran û Iraq hertim di meseleyên curbicur da pişta hev digirin.
Di encama baranên guj de ku lehî li hin deverên bakur, rojava û başûra Îranê de rabûn, 70 kesan canê xwe ji dest dane û xisarên giran li mal û milkên xelkê ketine.