Serokwezîrê Iraqê yê sibê bigihêje Têhranê
Nîsan 05, 2019 15:59 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê yê sibê digel desteyeke pillebilind seredana Îranê bike.
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî yê ligorî gazîkirina fermî ya Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî seredana Têhranê bike. Serokwezîrê Iraqê di vê seredana durojî da yê bi Serokomar û rayedarên din ên Îranê re derbarê berfirekirina peywendîyên dualî û meseleyên herîgirîng ên navçê û cîhanê gotûbêjê bike.
Hevdîtina desteyên pillebilind ên Îran û Iraqê, wajokirina belgeyên nû yên hevkarîyê û pişkdarîya di civîna tacir û çalakên aborîyê yên her du welatan de ji wan bernamên Serokwezîrê Iraqê li Têhranê ne.