Konsolxaneya Erebistanê Bexdayê hat vekirin
Yekem Konsolxaneya Erebistanê li Iraqê bi amadebûna rayedarên du welatan li Bexdaya paytexta vî welatî hat vekirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Konsolxaneya Erebistanê li bexdayê roja Pêncşemiyê bi amadebûna Mihemed Elî Hekîm Wezîrê karên derve yê Iraqê û Macid Qersbî Wezîrê Ticaret û Sermiyandanînê yê Erebistanê hat vekirin.
Wezareta karên derve ya Iraqê bi daxûyaniyekê ev yek nîşaneka pratîkî jibo xurtkirina danûstandina navbera Bexda û Riyazê û iradeya du welatan jibo hêsankirina xizmetên konsolî û xizmetgihaniya bo ziyaretkirên Hec û Umreyê li Erebistanê û Tirbên Pîroz li Iraqê daye zanîn.
Hêsankirina hatûçûna çalakên ticarî yên du welatan ji armancên din ên vekirina ofîsa konsolî li cihê balyozxaneya Erebistanê li Bexdayê hatiye zanîn.
Desteyeka bilind a abûrî ya pêkhatî ji sed çalakên abûrî yên Siûdî ku di nava wan da 9 wezîrê hene bi sergêriya Wezîrê ticaret û sermiyandanînê yê Erebistana Siûdî berêvariya Çarşemiyê gihîşte Bexdayê.
Yek ji armancên vê seferê wajokirina lihevkirinameyekê derbarê raberkirina hêsankariyan di warê vîzaya sefera welatiyên Iraqê bo Erebistanê hatibû ragihandin.
Ebdulezîz El şemerî balyozê Siûdî li Bexdayê pêştir gotibû ku du welat hewil didin ku di meha din da dayîna vîzaya seferê bo welatiyên iraqî bona sefera bo Erebistana Sidûî dest pê bikin.