Iraq û Erebistanê çend liyêkgiheştiname wajo kirin
Çend wezîrên iraqî û desteya Erebistanê li Bexdayê çend liyêkgiheştiname di warên curbicur de wajo kirin.
Ligorî rapora Kanala Somaria`yê, civîna Civata Hevdengîya Iraq û Erebistanê îro li Bexdayê hat lidarxistinê û her du alîyan di wê civînê de çend liyêkgiheştiname di warên enerjî, perwerde, tenduristî, ticaret û warên din êde wajo kirin.
Serokê Komîteya Hevdengîya Iraq û Erebistanê Samir Ebbas Gesban ragihand ku her du alîyan liyêkgiheştinameyek di warê ceryanê û avakirina hêzgehên nû yên berhemanîna elektirîkê de wajo kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehhaf jî ragihand ku îro nivîsgeha dîplomatîk a Erebistanê li Bexdayê jibo dayîna vîzeyê bo iraqîyan bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm hat vekirinê.