Pêgirîya Berhem Salih û Nebîh Berrî ser bihêzkirina peywendîyên Iraq û Libnanê
Serokomarê Iraqê di hevdîtina digel Serokê Parlimana Libnanê de pêgirî ser bihêzkirina peywendîyên Bexda û Bêrûtê kir.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevdîtina digel Serokê Parlimana Libnanê Nebîh Berrî de amajeyî wê yekê kir ku Iraq piştî serketina himberî têrorîsmê, niha rola xwe ya berbiçav li cîhana Ereban û herêmê peyda dike, dîyar kir: Sîyaseta Iraqê ser bingeha berfirekirina peywendîyan û jordabirina asta wan di çarçova berjewendîyên gelan anegorî babetên hevpar û derbasbûna ji meseleyên nakokîsaz e.
Serokê parlimana Libnanê jî ji ber peywendîyê nêzîk ên her du welatan razîbûna xwe nîşan da û serketina himberî têrorîsmê li Serokomarê Iraqê pîroz kir.
Serokê parlimana Libnanê şeva buhurî jî bi Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî re civîya û her du alî dijî biryara neqanûnî ya vê dawîyê ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a têkildarî Golana dagirbûyî derketin û pêgirî ser piştgirîya ji meseleya Filistînê kirin.
Nebî Berrî pêgirî ser pêwîstîya jordabirina asta peywendîyên Libnan û Iraqê bi rêya karê aborî yê hevpar di warên enerjî, nift û sermayeguzarîyê de kir.
Serokê Parlimana Libnanê Nebîh Berrî ligorî gazîkirina Serokê Parlimana Iraqê roja Yekşemê gihîşt Iraqê û bi Serokwezîrê vî welatî Adil Evdilmehdî û merceyê pillebilind ê Iraqê Ayetullah Seyîdelî Sîstanî re hevdîtin pêk anî.