Serokomarê Iraqê: Tu pergaleke navçeyî nikare Îranê berçav negire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302915-serokomarê_iraqê_tu_pergaleke_navçeyî_nikare_Îranê_berçav_negire
Serokomarê Iraqê got: Tu pergaleke nû ya herêmî nikare Komara Islamî ya Îranê berçav negire, çwan ku mirov nikare kûratîya erebî ya Iraqê berçav negire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2019 12:18 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Tu pergaleke navçeyî nikare Îranê berçav negire

Serokomarê Iraqê got: Tu pergaleke nû ya herêmî nikare Komara Islamî ya Îranê berçav negire, çwan ku mirov nikare kûratîya erebî ya Iraqê berçav negire.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevpeyvîna digel Rojnama Al Sharq Al Awsatê de herwiha got: Herêma Rojhilata Navînê hewcedarê venihêrîn û pêkhatina pergaleke nû anegorî ewlehî, aborî û sekinîna himberî pirsgirêkên bitalûke yên mînanî tundrêtî, bêkarî û işkesta aborî ye û Iraq dikare mêhwera pêkhatina wê pergala nû be.

Serokomarê Iraqê pêgirî kir ku Îran cînarekî girîng e ku di serketina himberî rêjîma Beis a Seddam û DAIŞ`ê de alî gelê Iraqê kir.

Berhem Salih herwiha amajeyî wê yekê kir ku Iraq tu wexta nabe beşeke planên êşandina cînarên xwe û bandordanîna dualî ya Îran û Iraqê ser sîyasetên her du welatan piştrast kir.