Serokê parlimana Libnanê bi Ayetullah Sîstanî re li Necefê hevdîtin pêk anî
Serokê Parlimana Libnanê li şarê Necefê bi merceyê pillebilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî re hevdîtin pêk anî.
Ligorî rapora Malpera Somerye News`ê, merceyê pillebilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî îro nîvro li mala xwe mazûvanê Serokê Parlimana Libnanê Nebîh Berrî bû.
Serokê Parlimana Libnanê piştî vê hevdîtinê di civîneke çapemenîyê de pêgirî kir ku ev hevdîtina divîya gellek berî niha pêk bihata, dîyar kir: Şanazîya hevdîtina digel Ayetullah Sîstanî bû nesîbê min û min serketina himberî têrorîsmê li wî pîroz kir ji ber ku wî bi rêya fitwaya xwe û bi seferberkirina bi hezaran kesî jibo têkoşîna dijî têrorîsmê, rola herîzêde di warê berevanîya ji Iraqê de heye.
Serokê Parlimana Lubnanê merceyê pillebilind ê Şîeyên Iraqê ``mêrek wekî umetekê û umetek wekî mêrekî`` wesif kir û got: Ayetullah Sîstanî piştevanê wê yekê ye ku Iraq rola xwe ya navçeyî bilîze û Iraq di heman astê de bala xwe dide Lubnanê jî, Ayetullah Sîstanî yek ji têkoşerên herîgirîng di rêya yekperçekirina Iraqê û têkoşîna dijî gendelîyê de ye.