Dewleta Iraqê: Dayîna vîzaya belaş bo welatiyên îranî destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302893-dewleta_iraqê_dayîna_vîzaya_belaş_bo_welatiyên_îranî_destpê_bû
Dewleta Iraqê dayîna vîzaya belaş bo welatiyên îranî li gorî kiryara beranber a Têhranê di vî warî da dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Dewleta Iraqê: Dayîna vîzaya belaş bo welatiyên îranî destpê bû

Dewleta Iraqê dayîna vîzaya belaş bo welatiyên îranî li gorî kiryara beranber a Têhranê di vî warî da dest pê kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Sekretexaneya Konseya Wezîran a Dewleta Iraqê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand: Bexdayê dayîna vîzaya belaş bo welatiyên îranî li gorî kiryara beranber a Têhranê ji 1ê Nîsana 2019an va pejirandiye.

Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê jî roja bihurî qala dayîna vîzaya belaş jibo welatiyên iraqî ku dil hene sefera Îranê bikin, kir.

Li gorî ragihandina balyozxaneya Îranê li Iraqê, tevahiya vîzayan dê jibo iraqiyan dê belaş be û tu diravekî din di vî warî da dê neyê wergirtin.

Li sefera vê dawiy ya Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê, rayedarên Bexda û Têhranê dayîna vîzayê bo welatiyên du welatan belaş ragihandin.