Berhem Salih: Serketina li hemberî DAIŞ`ê serketineka mezin jibo Iraqê tê zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302888-berhem_salih_serketina_li_hemberî_daiŞ_ê_serketineka_mezin_jibo_iraqê_tê_zanîn
Serokomarê Iraqê serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê serketineke mezin jibo vî welatî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2019 12:24 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Serketina li hemberî DAIŞ`ê serketineka mezin jibo Iraqê tê zanîn

Serokomarê Iraqê serketina li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê serketineke mezin jibo vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora Sumirye Newsê, Berhem Salih Serokomarê Iraqê roj Yekşemiyê di civîna serokên Yekîtiya Ereban li Tûnisê de bi gotina vê yekê ku tu welatek ji ber xetera têrorîsma tekfîrî di ewlehiyê da nîne, got: Tevahiya welatan li ber qeyraneka hevpar bi navê Têrorîsma Tekfîrî ne.

Li gorî gotina Berhem salihî, jinavbirina têrorîsmê hewcedara hevkariya hevpar di navbera tevahiya welatan e.

Siyemîn civîna asayî ya serokên Yekîtiya Ereban bi mazûvaniya Tûnisê roja Yekşemiyê bi ragihandina mafê serdestiya Sûriyê li ser Golana dagirbûyî hat lidarxistin.

Li daxûyaniya dawiyê ya vê civînê, Kiryara Donald Trumpê serokomarê Amnerîkayê derbarê Golana Dagirbûyî hatiye şermezarkirin û hatiye destnîşankirin ku Golan li gorî qanûnên navneteweyî navçeyeke sûrî ye.

Serokomarê Iraqê pêştir tevî pêşgiriya li ser dijayetiya bexdayê digel biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê derbarê Golana Dagirbûyî ragihand: Golan beşeka cudanebûyî ji erdên Sûriyê ye.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di civinîeke çapemenîyê ya hevpar digel Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Natanyahû de ku di 25`ê Adara 2019an de li Waşîngtonê hat lidarxistinê, hikimdarîya Israyîlê li girikên dagirbûyî yên Golanê bifermî nas kir.

Ev kiryara Trump pêrgî neyarîya gellek welat û sazîyên navnetewî bûye û YE`yê û Sêkrêtêrê Gişt NY jî ew karê Serokomarê Amerîkayê ``karek nayê qebûlkirinê`` bi nav kirine.

Girikên Golana dagirbûyî pişkeke axa Sûrîyê li parêzgeha Quneyterê ye ku Rêjîma Sîyonîst di sala 1967`ê di encama şerê şeşrojî de ew dagir kirin û di sala 1982`an de jî wekî pişekeke axa xwe ragihand.