Parlimana Iraqê gefa girtinê li YBŞ`ê xwar
Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê Yekîneyên Berevanîya Şingalê hişyar kirin ku heke ew nekevin bin fermana Hêzên Ewelhîyê yên iraqê, dê bên girtin.
Endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê Falih Îsawî di hevpeyvîna digel Malpera Nûçan a SNN`ê de amajeyî vê yekê kir ku mijara Yekîneyên Berevanîya Şingalê (YBŞ) yê di civîna bê ya Parlimanê de were hilkolandinê, got ku Parliman pêgirîyê dike ku divê Artêşa Iraqê li hemî deverên Iraqê ji wan li Şingalê tam serdest be û tu hêzek nikare derveyî Artêşê û hêzên din ên fermî û hikûmetî li welêt kar bike.
Wî endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê herwiha got ku YBŞ ser bi PKK`ê ye û Rawêjkarê Ewlehîya Netewîya Iraqê Falih Feyyaz di seredana vê dawîyê li Şingalê de ji wan hêzana xwestîye ku bikevin bin sîwana Heşdi Şeibîyê lê YBŞ`ê hê bersiva daxwaza wî nedaye.
Falih Îsawî pêgirî kir ku heke YBŞ`ê vê daxwazê qebûl neke û nekeve bin fermana Heşdi Şeibîyê, nikare karê xwe bidomîne û hemî endamên wê dê bên girtinê.