Gelê Iraqê hevgirtina xwe digel mexdûrên lehîyê li Îranê ragihandin
Bidû rabûna lehîyê li çend parêzgehên Îranê û mexdûrbûna niştecihên wan parêzgehana, komên curbicur ên gelê Iraqê tevî ku hevgirtina xwe digel mexdûrên vê lehîyê ragihandin, dest bi komkirina alîkarîyan jibo mexdûran kirine.
Bidû bangewazîya fermî ya Tevgera Nuceba ya Iraqê û destpêkirina kempêyna ``em di bin êgir de bûn û we alî me kir, niha hûn li ber lehîyê ne, dor dora me ye``, komên curbicur ên iraq jibo raberkirina alîkarîyên bo mexdûrên lehîyê li nivîsgehên vê tevgerê li parêzgehên Bexda, besre, Necef, Kerbela, Dîwanîye, Dîyale, Babil, Mîsan, Musena, Zîqar û Selahedînê amade bûn.
Tevgera Nucebayê di vê bangewazîyê de amajeyî girîngîya piştgirîyên gelanî heta bi peyamekê kirîye û pêgirî kirîye ku eva derfeteke bersivdayînê himberî qencîya gelê Îranê di dema qeyrana Iraqê ya şerê dijî têrorîstan da ye.
Bi dû barîna baranên guj di rojên vê dawîyê de, lêmiştê çend parêzgehên Îranê ji wan Gulistan, Mazenderan, Fars û Loristan dan ber xwe.
Li gorî amara herîdawîyê, di encama rabûna lêmişûtên vê dawîyê li Îranê de 45 kesan canê xwe ji dest dane û 105 kes jî birîndar bûn.