Bexda: "Welatên Ereb dijî mayîna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê ne"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi ragihandina vê yekê ku welatên Ereb dijî mayîna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê ne, dîyar kir ku Bexda dijî kiryara Amerîkayê ya têkildarî girikên Golanê ye.
Li gorî rapora Kanala NRT`yê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehhaf di civîna destpêkê ya Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb li Kongira Yekitîya Ereban li Tûnisê de ragihand ku welatên Ereb helwesteke hevgirtî derbarê hebûna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê hene û dijî vê yekê ne.
Wî pêgirî kir ku parastina serwerîya Iraqê yê mijar û mêhwera sereke ya axavtin û gotûbêjên parlimanterên iraqî di vê civînê de be û hemî welatên Ereb bi pêgirîya ser parastina serwerîya vî welatî, neyarîya xwe himberî hebûna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê ragihandine.
Wî herwiha neyarîya welatê xwe himberî biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a têkildarî bilindahîyên Golanê ragihand.
Artêşa Tirkîyê gellek baregeh li axa Iraqê nemaze li Herêma Kurdistana vî welatî ji wan li Beişîqê li nêzîkî Mûsilê hene û leşkerên Tirkîyê ji Adara sala 2018`an ve jî 30 kîlomêtran derbasî kûratîya axa Iraqê li Herêma Kurdistanê bûne û dest bi opêrasyona leşkerî dijî PKK`ê kirine.