Serokê Parlimana Iraqê bi Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ra hevdîtin pêk anî
Serokê Parlimana Iraqê roja Pêncşemiyê li Waşîngtonê tev Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hevdîtin pêk anî û derbarê çarçovên hevkariyên du welatan pêra axivî.
Li gorî rapora nûçegihanê IRNAyê, Rabêrt Paladîno, Alîkarê berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi ragihandina vê nûçeyê got: Mayk Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li hevdîtina bi Mihemed Helbûsiyê Serokê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku pişta Iraqa bihêz, serbixwe û serketî li ser esasa çarçova lihevkirina stratejîk a dualî digire.
Alîkarê berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê her wiha got: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê her wiha hewildahnên Amerîkayê jibo alîkariya bona dabînkirina hewcetiyên pêwîst jibo pêşketina Iraqê piştrast dike.
Her wiha Pompêoyê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê piştevaniya xwe ji Iraqa vekirî li navçe û cîhanê anî ziman.
Alîkarê berdevkê Wezareta karên derve ya Amerîkayê her wiha got: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê her wiha li ser soza xwe ya berdewam di warê hevkariya digel dewlet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê pêgirî kir da ku ji têkçûna DAIŞê dilniya bibe.