9 gornên komkî li Şengalê hatin vedîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302447-9_gornên_komkî_li_Şengalê_hatin_vedîtin
Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Iraqê qala vedîtina 9 gornên komkî yên Kurdên êzdî yên kuştî bi destê çeteyên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya şengalê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ya Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2019 09:49 Asia/Tehran
  • 9 gornên komkî li Şengalê hatin vedîtin

Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Iraqê qala vedîtina 9 gornên komkî yên Kurdên êzdî yên kuştî bi destê çeteyên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya şengalê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê ya Iraqê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Iraqê, Ebdulvahid Helefî û endamê Koma lêgerîna li gornên komkî yên goriyên êzdî roja Yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Heta niha bi giştî 76 gornên komkî li Şengalê hatine vedîtin.

Helefî her wiha qala vekirina gornekê û destpêbûna naskirina meytên goriyan kir.

Koma tekfîrî û têrorîstî ya DAIŞê li pey êrîşa berfireh li ser axa Iraqê di Hezîrana sala 2014an da zêde ji hezar û 293 mêr, lawik û pîrikên Êzdî di rojên yekem da kuştin û li nav gornên komkî veşartin.

Li gorî dawîn amar û texmînên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) heta dawiya Mijdara 2018an û bi derbasbûna 4 salan ji êrîşa DAIŞê, hema wisa sê hezar û 83 zarokên Êzdî ji wan hezar û 427 keçzarok dîlê DAIŞê ne.