Ji ber êrîşa endamên PKKê du çekdarên iraqî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302441-ji_ber_êrîşa_endamên_pkkê_du_çekdarên_iraqî_hatin_kuştin
Du çekdarên artêşa Iraqê li şer û pevçûna ji ber êrîşa endamên PKKê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2019 04:58 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşa endamên PKKê du çekdarên iraqî hatin kuştin

Du çekdarên artêşa Iraqê li şer û pevçûna ji ber êrîşa endamên PKKê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNAyê, Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya ser bi Serokwezîrtiya Iraqê Yekşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê tevî piştrastkirina pevçûna navbera komeka endamên PKKê û hêêzn artêşa Iraqê ragihand: Hêzên PKKê dixwestin ji rawestgeheka lêgerînê li parêzgeha Nêynewayê derbas bibin ku navbera wan û hêzên artêşê pevçûn derket.

Li vê pevçûnê du leşkerên Iraqî hatin kuştin û pênc kes ji hêzên PKKê jî birîndar bûn.

Rewşa nearam a salên dawî li Iraqê bûye sebebk ku endamên PKKê li hin deverên bakurê Iraqê bi cih bibin û Tirkiye jî bi vê mehneyê di salên dawî da êrîşî ser axa Iraqê dike an hêzên xwe dişîne wan deveran.