Serçeteyê Îdarî-Leşkerî yê Koma Têrorîst a DAIŞ'ê li Bexdayê hat kuştin
Erkantiya operasiyona Bexdayê qala kuştina Serçeteyê Îdarî-Leşkerî yê Koma Têrorîst a DAIŞ'ê li taxa nasyar bi "Welayeta bakurê Bexdayê" li paytexta vî welatî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Erkantiya operasiyona Bexdayê roja Îniyê ragihand: Ev têrorîst bi navê Sebah Nûrî Ebas nasyar bi Sebah El Şermît di encama operasiyona hêzên ewlehiyê li taxa Ibni Sîna li navçeya El Tarimiyeê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê hat kuştin.
Çavkaniyên pêbawer ên herêmî di mehên dawî da qala zêdebûna çalakiyên bermayiyên DAIŞê hevdem digel tevgerên gumanbar ên hêzên amerîkî yên bicihbûyî li Iraqê di çend deverên vî welatî dikin. Çavdêr û hin nûnerên parlimanê, hevdem digel destpêbûna hewildanên Parlimanê jibo pesendkirina qanûnenkê bona diyarkirina rewşa hêzên biyanî yên li Iraqê, derbarê hevdemiya zêdebûna tevgerên DAIŞê jibo pînekirina dewama hebûna hêzên amerîkî hişyariyê didin.