Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302360-iraqê_êrişa_terorîstî_li_zelanda_nû_şermezar_kir
Wezareta derve ya Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir û diyar kir ku vê kiryara terorîstî nîşan da ti welatek li cîhanê ji kiryarên terorîstî nafilite.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2019 16:05 Asia/Tehran
  • Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir

Wezareta derve ya Iraqê êrişa terorîstî li Zelanda Nû şermezar kir û diyar kir ku vê kiryara terorîstî nîşan da ti welatek li cîhanê ji kiryarên terorîstî nafilite.

Li gor Fars Newsê, li bajarokê Krîstçurç li devera Hagley Park a Zelanda Nû, di encama êrîşa hemberî mizgefta Al Noor 49 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmara brîndaran jî digihêje 50 kesan û rewşa 20 kesan xedar e.

Tê gotin ku, li mizgeftek din li kolana Linwood a heman bajarokî jî, dengê gulleyan hatine bihîstin.

Ev êrişên terorîstî li Zîlanda Nû bûn sedema hêrsbûna xelkê cîhanê û berteka tund a rayedarên welatan ku di vê çarçovê de  wezareta derve ya Iraqê jî ev êrişa terorîstî şermezar kir û diyar kir ku vê kiryara terorîstî nîşan da ti welatek li cîhanê ji kiryarên terorîstî nafilite.

Di vê çarçovê de berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed El-Saf  diyar kir ku Wezareta Derve ya Iraqê  bi hûrî hûrgiliyên vê kiryara terorîstî û diltezîn ku bû sedema kuştina nimêkirên misilman li Mizgevta El-Nûr a bajarokê Krîstçurça Zelanda Nû dişopîne.

Herwiha îro êvarê jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê êrîşa îro li ser du mezigeftan li Zelanda Nû  ku di encam de bi dehan kes hatin kuştin şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, serxweşiyê li malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta Zelanda Nû dixwazin û di vê dema dijwar de hevsoz û hevxemê wan in.