Ebdulmehdî: Bihêzkirina pêwendiyên bi cînaran re karê sereke yê dewleta Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302359-ebdulmehdî_bihêzkirina_pêwendiyên_bi_cînaran_re_karê_sereke_yê_dewleta_iraqê_ye
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li hevpeyvîna xwe ya telefonî bi wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt re got: Dewleta Iraqê bihêzkirina pêwendiyên bi cînarên xwe re li çarçova pêşvebirina ewlekarî, îstiqrar û pêşketina welatên navçê dibîne û wê dike karê xwe yê sereke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2019 15:44 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî: Bihêzkirina pêwendiyên bi cînaran re karê sereke yê dewleta Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li hevpeyvîna xwe ya telefonî bi wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt re got: Dewleta Iraqê bihêzkirina pêwendiyên bi cînarên xwe re li çarçova pêşvebirina ewlekarî, îstiqrar û pêşketina welatên navçê dibîne û wê dike karê xwe yê sereke.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku  Adil Ebdulmehdî wek serokwezîr û fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Iraqê îro li hevpeyvîna xwe ya telefonî bi wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt re desnîşan kir: Wezîfedariya hêzên Hevpeymaniya ku îdiaya şerê li dij DAIŞê dike tiştek seratir ji xebat û şerê li dij terorîsmê nîne.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di vê daxuyaniya xwe de herwiha diyar kiriye ku dewleta Iraqê di çarçova bihêzkirina pêwendiyên xwe bi cînaran re ji bo pêkanîna ewlehî û îstiqrar û pêşketina welatên navçê, mazûvaniya rayedarên welatên cînar ên wekî serokomarê Îranê dike.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump vê dawiyê bal kişandibû ser hebûna bargehên hêzên amerîkî di nav Iraqê de û gotibû ku Amerîka ji bo ku liv û tevgerên Îranê li Iraqê bêxe bin çavdêriya xwe van bargehên xwe yên leşkerî diparize.

Ev gotinên Trump rastî bertekên tund ji aliyê xelkê Iraqê û rayedarên vî welatî hat û piştî vê yekê rayedarên Amerîkî hewldan gêre û kêşeyên ku ji ber vê yekê pêk hatine kêm bikin û ji ber vê yekê rayedarên amerîkî û Iraqê bi caran desnîşan kirin ku wezîfeya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi tenê şerê li dijî terorîsm bi taybet DAIŞê û perwerdekirina hêzên Iraqê di vê çarçovê de ye.