Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Seîd Hekîm ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302296-rûhanî_li_necefê_bi_ayetullah_mihemed_seîd_hekîm_ra_hevdîtin_pêk_anî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvara Çarşemiyê li Necefa Eşref bi ayetullah Seyid Mihemed Seîd Hekîm ji merceyên teqlîdê yên Necefê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2019 16:03 Asia/Tehran
  • Rûhanî li Necefê bi ayetullah Mihemed Seîd Hekîm ra hevdîtin pêk anî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvara Çarşemiyê li Necefa Eşref bi ayetullah Seyid Mihemed Seîd Hekîm ji merceyên teqlîdê yên Necefê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora IRNAyê, Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û desteya pêre berêvara Çarşemiyê bi amadebûna li ofîsa ayetullah Seyid Mihemed Seîd Hekîm ji merceyên teqlîdê yên Necefa Eşref pêre hevdîtin û gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sibeha Çarşemiyê gihîşte Necefa Eşref û destpêkê çû ziyareta tirba paqj û nûranî ya Îmam Elî (S).

Ew piştre çû dîtina ayetullah Seuid Elî Sîstanî, merceyê bilind ê Iraqê û pêre axivî.

Rûhanî hingê bi awayê cuda digel ayetullah Mihemed Îshaq El Feyaz û Beşîr Necefî du kes ji merceyên teqlîdê hevdîtin û gotûbêj kir.