Berhem Salih: Sefera Rûhanî bo Iraqê giring e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302037-berhem_salih_sefera_rûhanî_bo_iraqê_giring_e
Serokkomarê Iraqê sefera tê ya serokkomarê Îranê bo Bexdayê giring nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2019 14:52 Asia/Tehran
  •  Berhem Salih: Sefera Rûhanî bo Iraqê giring e

Serokkomarê Iraqê sefera tê ya serokkomarê Îranê bo Bexdayê giring nirxand.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Someriye News`ê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên Bexda-Têhranê bi Îranê re divê li gor  berjewendiyên hevpar be û destnîşan kir: Peywendiyên Iraqê bi Îranê re li dijî welatên erebî û welatên derdora kendava Farsê nîne.

 Berhem Salih bal kişand  ser vê yekê ku  di dema şêrê li hemberî DAIŞ`ê  Îranê roleke giring li piştgiriya ji hêzên iraqî hebûye û  hêvî kir sefera Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê bibe sedema  berfirehbûna  zêdetir a peywendiyên du welatan.

 Biryar e serokê Komara Îslamî ya Îranê rojên tê bi taximeke pilebilind a siyasî û aborî re berê xwe bide Iraqê.