Dijayetiya li hember hebûna leşkerên biyanî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i302032-dijayetiya_li_hember_hebûna_leşkerên_biyanî_li_iraqê
Hevalbendiya Çaksazî û ji nûveavakirinê li Iraqê dijî hebûna leşkerên biyanî û damezirandina pêgehên leşkerî yên li axa Iraqê derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2019 14:37 Asia/Tehran
  • Dijayetiya li hember hebûna leşkerên biyanî li Iraqê

Hevalbendiya Çaksazî û ji nûveavakirinê li Iraqê dijî hebûna leşkerên biyanî û damezirandina pêgehên leşkerî yên li axa Iraqê derket.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Hevalbendiya Çaksazî û ji nûveavakirinê li Iraqê bi serokatiya Seyd Emar Hekîm, biryara vê konseyê ya li ser dijayetiya li hember hebûna leşkerên biyanî û damezirandina pêgehên hertimî yên Amerîkayê li axa Iraqê pejirand.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê vê dawiyê ragihand ku naxwaze leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derxîne.

Bi têkçûna DAIŞ`ê li Iraqê di Kanûna sala 2017`an de, xelk, partî, kesayetî û mêdyayên iraqî dixwezin ku leşkerên amerîkî ji welatê wan derkevin.

Li gorî nûçeyeka din, hevhatinameya siyasî ya du partiyên Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî (YNK) piştî civîna hevpar a wan a li Hewlêrê hate îmzekirin.

Ev hevhatina ji aliyê Nêçîrwan Barzanî ji Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Kosret Resûl Elî, ji Yekîtiya niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ve hatiye îmzekirin.

Ev hevhatinameya mijarên têkildarî Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Bexdayê digire ber xwe.