Hewldana Emerîkayê bo vejiyandina DAIŞ 2 li Iraqê
Nûnerê hevalbendiya El-Benayê li parlemana Iraqê li bara komploya nû ya Emerîkayê li vî welatî bo vejiyandina DAIŞ`a 2 hişyarî da.
Muhemed El-Beldawî, nûnerê hevalbendiya El-Benayê li parlemana Iraqê roja şemiyê ji malpera nûçan a El-Melûmê re got: Emerîkayê hejmaeke zêde ji endamên DAIŞê ji rojhilata Sûriyê guhestine nav meqerên xwe li Iraqê.
El-Beldawî destnîşan kir: "Kiryara endamên DAIŞ`ê bo radestkirina xwe û malbatên xwe bo emerîkiyan bêyî hevahengiya bi dewleta Sûriyê, nîşana asta hevkariya navbera Emerîka û DAIŞ`ê ye".
Ji aliyê din ve Qesa El-Enbarî, rêveberê nivîsgeha Rêxistina Bedrê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê li bara liv û tevegrên emerîkiyan bo vê yekê ku hin navçe li parêzgeha Enbarê bi destê tekfîriyan têk herin, eşkere kir û got: Hemî operasyonên terorîstî li nav Enbarê bi çavdêriya rasterast a hêzên emerîkî cih tê.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê ragahnd ku naxwaze hêzên eskerî yên Emerîkayê ji Iraqê cuda bike ev kiryara Trump bûye sedema hêrsbûn û nerazîbûna iraqiyan.
Bi jinavçûyîna DAIŞê li Iraqê li Kanûna 2017`an, gel, partî, kesayetî û medya iraqî daxwaza derketina eskerên biyanî ji wna emerîkiyan ji welatê xwe dikin.