Damezrandina koma ewil a hêza deryayî ya Heşda Şebî ya Iraqê li Besrê
Fermandeyekî Heşda Şebî ya Iraqê li bara damezrandina koma seretayî ya hêza deryayî ya vê teşkîlatê li Besrê li başûrê rojhilata Iraqê agahî da.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mêhr News`ê, Ebûkerar El-Ebadî ji fermandeyên Heşda Şebî ya Iraqê li merasima dawiyê ya dewra hîndekariyê ya hêzên Heşda Şebî got: "Dê bi zûtirkê bingeha ewil a hêza deryayî ya Heşda Şebî li Besrê dê ava bibe".
Li gor nûçeyeke din, koma terorîstî ya DAIŞ`ê li cinayeteke teze şeş masîgirên iraqî li derdora gola El-Sersarê ya parzêgeha Enbarê kuştin.
Nûnerên parlemana Iraqê, bûyerên vê dawiyê yên revandina mirovan û teror û kuştinan li hin navçan ji wan li Enbarê ji aliyê bingehên berbilav ên DAIŞê` têkildarî siyasetên gumanbar ên Emerîkayê li Iraqê bo vejiyandina dubare ya vê koma terorîstî dane zanîn.
Partiyên siyasî û hevalbendiyên iraqî hebûna eskerên emerîkî li axa xwe piştî kutabûna xelafeta xwekişvkirî ya DAIŞ`ê neqanûnî dizanin û bo pejiradnina qanûnî li vê barê li parlemana vî welatî hewl didin.