Parlemanterê Hevalbendiya Fethê:Gotinên Waşîngton ser mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê newekhev in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301623-parlemanterê_hevalbendiya_fethê_gotinên_waşîngton_ser_mayîna_leşkerên_amerîkî_li_iraqê_newekhev_in
Nûnerê Hevalbendiya Fethê li Meclisa Iraqê got ku Waşîngton li ser mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê gotinên newekhev dibêje.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2019 15:29 Asia/Tehran
  • Parlemanterê Hevalbendiya Fethê:Gotinên Waşîngton ser mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê  newekhev in

Nûnerê Hevalbendiya Fethê li Meclisa Iraqê got ku Waşîngton li ser mayîna leşkerên amerîkî li Iraqê gotinên newekhev dibêje.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Mihemed El Beldawî li hevpeyvîna bi malpera nûçeyan a Bexdad El Yewmê re got: Dewleta Amerîkayê hin caran radigihîne ku leşkerên wê li Iraqê ne û hin caran jî hebûna wan înkar dike. Her ji ber vê yekê ev pirsa dikeve rojevê ku eger hêzên amerîkî li Iraqî tunen, çima Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, vê dawiyê li pêgeha leşkerî ya Eyn Esdê ya parêzgeha El Enbarê bi leşkerên amerîkî re hevdîtin pêk aniye.

El Beldawî bal kişand ser vê yekê ku Trump gotiye ku Amerîkayê pêgeha xwe ya herî mezin a leşkerî li axa Iraqê heye û ji bo avakirina wê gelek pere xerc kiriye û herwiha got: Ev gotinên Trump hebûna leşkerên amerîkî li nav axa Iraqê îsbat dikin, lê berpirsên amerkî di vî warî de gotinên newekhev dibêjin.