Iraqê di opoerasyonekê de 13 DAIŞîyên Fransî li Sûriyê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301598-iraqê_di_opoerasyonekê_de_13_daiŞîyên_fransî_li_sûriyê_girtin
Hêzên ewlehiya niştimanî ya Iraqê di operasyoneke taybet de di nav xaka Sûriyê 13 çekdarên DAIŞê yên Fransî ku di nav wan de berpirs jî hene desteser kirin û ew birin nav axa Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Iraqê di opoerasyonekê de 13 DAIŞîyên Fransî li Sûriyê girtin

Hêzên ewlehiya niştimanî ya Iraqê di operasyoneke taybet de di nav xaka Sûriyê 13 çekdarên DAIŞê yên Fransî ku di nav wan de berpirs jî hene desteser kirin û ew birin nav axa Iraqê.

Kenala El Furat a Iraqî di nûçeyeka xwe de ragehand ku berî du rojan Hêzên ewlehiya niştimanî ya Iraqê di operasyoneke taybet de13 çekdarên DAIŞê yên Fransî ku di nav wan de berpirs jî hene desteser kirin û ew anîn nav axa Iraqê.

Çavkaniyeke din di nav teşkîlata ewlehî û îstixbarata nîştimanî ya Iraqê de diyar kir: Terorîstên hatine girtin bi hevhengiya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ji Sûriyê veguhestine nav axa Iraqê. Wê çavkaniyê desnîşan kir ku ji van 13 terorîstan yek bi eslê xwe firansî ye û 11 ji wan jî erebên welatiyên Fransayê ne û yek ji wan jî tunisiyê rûniştiyê Fransayê ye. Wan kesan îtiraf kirine ku şebekeyên xwe yên Lojestîk di nav axa Iraqê de hene. 

Berî niha Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) bi dehan çekdarên DAIŞê di şerê Baxozê de hatibûn girtin radestî Iraqê kirin.