HSD`ê 150 endamên DAIŞ`ê radestî Iraqî kir
Du çavkaniyên iraqî ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro pênşemiyê zêde ji 150 hêzên iraqî û biyanî yên DAIŞ`ê radestî Iraqî kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, wan du çavkaniyan Reuters`ê re gotin ku eva yekemîn kom ji wan koman bû ku anegorî hevhatina pêkhatî ya ji bo radestkirina 502 hêzên DAIŞ`ê, radestî Iraqî hatine kirin.
Di derbarê şerê meydanî de li Baxozê, Berdevkê HSDê, Kino Gabriyêl got: “Çekdarên DAIŞê xwe di nav tunêlan de veşartine û xelkê sivîl jî weke mertalên zindî bikar tînin.”
Fermanderên HSDê tekez dikin ku ji aliyê leşkerî ve, nema ew çekdar dikarin xwedî bandor bin, lê tenê ew welatiyên sivîl ji xwe re weke mertalên zindî bikar tînin.
Ji hêleka din ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandin ku piştî derxistina sivîlan ji pêgeha herî dawîn a li bin dagîrkeriya DAIŞ`ê, wê bi vê komê re şerr bikin. Tê texmînkirina ku operasyona derxistina sivîlan îro bi dawî were.
Debarê vê mijarê de Gabriyêl got: “Qonaxa dawî ya operasyonên HSDê li dijî DAIŞê berdewam e, niha jî piraniya wan teroristên ku mane, di 500 metreyên çargoşe de dorpêçkirî ne, ku xwe di nava tunêlan de veşartine. Ew tunêlên ku di demên borî de, amade kiribûn. Ev derengketina ku niha di operasyonên me de heye, sedema wê ew e ku sivîl li wan navçeyan hene û çekdarên DAIŞê wan sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin. Em naxwazin ziyanê bigihînin wan dîlên di nav destê DAIŞê de, ku piraniya wan kesên sivîl in, bi rastî em dixwazin vê dosyeyê yekalî bikin, berî ku em operasyonên xwe bidawî bînin.”
Operasyona Bagera Cizîrê, di qonaxa xwe ya dawî de, ku bi “Şerê Têkbirina Terorê” hatiye binavkirin, bêhtir ji sedî 90 ji xalên bajarokê Baxoz, kontrol kirine.
Li çend xalên cuda cuda jî, hinek şer di navbera hêzên HSDê û bermayên çekdarên DAIŞê de, diqewimin, ku êdî derfeta revê ji wan re, nemaye.
Dawîtirîn pêgeha DAIŞê, li ber herifandinê ye, ku tenê welatiyên sivîl û girtiyên li cem çekdarên DAIŞê astengiyê li ber pêşketina bilez a hêzên HSDê dirust dikin.