Heşda Şeibî: Waşîngton nikare hêzên iraqî li sînorê Sûriyê sînordar bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301488-heşda_Şeibî_waşîngton_nikare_hêzên_iraqî_li_sînorê_sûriyê_sînordar_bike
Sêkrêtirê Giştî yê Tevgera Cîhad û Avedankirinê ya ser bi Heşda Şeibiya Iraqê got: Amerîka nikare hêzên iraqî li sînorê Sûriyê sînordar bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2019 07:37 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî: Waşîngton nikare hêzên iraqî li sînorê Sûriyê sînordar bike

Sêkrêtirê Giştî yê Tevgera Cîhad û Avedankirinê ya ser bi Heşda Şeibiya Iraqê got: Amerîka nikare hêzên iraqî li sînorê Sûriyê sînordar bike.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê, Sêkrêtirê Giştî yê Tevgera Cîhad û Avedankirinê ya ser bi Heşda Şeibiya Iraqê, Hesen El Sarî ragihand: Waşîngtonê hewil da ku rê li ber hatina hêzên Heşda Şeibî bo Mûsil, Felûce û Tikrîtê bigire, lê hewildana wan ser neket.

El Sarî her wiha got: Tehrîka hêzên Heşda şeibî li ser xêra hêzên amerîkî nîne û Waşîngton êdî nikare hêzeka mîna DAIŞê li nav axa Iraqêdamezirîne.

Vî rayedarê iraqî got: Heşda Şeibî amûrek did estê amerîkiyan da nîne, belkî rêxistineka dewletî ya di bin fermandetiya fermandetioya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ye.

Sêkrêtirê Giştî yê Tevgera Cîhad û Avedankirinê ya ser bi Heşda Şeibiya Iraqê derbarê hebûna çekdarên amerîkî li Iraqê jî got: Hebûna van hêzan li navçeyên cûrbicûrt ên Iraqê nayê pînekirin û wek destdirêjiya ser serweriya neteweyî ya Iraqê tê zanîn.