Parlemana Iraqê hewil dide îmzeyan bo derketina eskerên emerîkî kom bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301462-parlemana_iraqê_hewil_dide_îmzeyan_bo_derketina_eskerên_emerîkî_kom_bike
Casim El-Bexatî, endamê Parlemana Iraqê li bara komkirina îmzeyan bona dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2019 13:54 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê hewil dide îmzeyan bo derketina eskerên emerîkî kom bike

Casim El-Bexatî, endamê Parlemana Iraqê li bara komkirina îmzeyan bona dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê agahî da.

Casim El-Bexatî li gotûbêja bi kanala El-Firatê re destnîşan kir: Pêwîst e ku dewlet û parlemana Iraqê bona dijberiya li hember mayîna  eskerên emerîkî li Iraqê helwestên cidî hebin.

El-Bexatî her wiha got: Armanca Emerîkayê ji mayîna li Iraqê şerxwazî û dergîrkirina  Bexdayê bi welatên cîran re ye ku ev mijara li dijî qanûna bingehîna Iraqê ye.

Wî endamê Parlimana Iraqê destnîşan kir: Emerîka xêncî mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatan li dû wêdebirina dewletan û avakirina  baregehan  e ku divê li hember serdestîxwaziya wê bisekinin.

Hêzên emerîkî ku li sala 2011`an ji ber işkesta berdewam li hember hêzên berxwedana  Iraqê, neçar man terka vî welatî bikin,lê  li sala 2014`an  bi mehna rawestana li ber  DAIŞê bi taximeke qaşo navneteweyî re cardinê li Iraqê bi cih bûn.