Parlemana Iraqê hewil dide îmzeyan bo derketina eskerên emerîkî kom bike
Casim El-Bexatî, endamê Parlemana Iraqê li bara komkirina îmzeyan bona dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê agahî da.
Casim El-Bexatî li gotûbêja bi kanala El-Firatê re destnîşan kir: Pêwîst e ku dewlet û parlemana Iraqê bona dijberiya li hember mayîna eskerên emerîkî li Iraqê helwestên cidî hebin.
El-Bexatî her wiha got: Armanca Emerîkayê ji mayîna li Iraqê şerxwazî û dergîrkirina Bexdayê bi welatên cîran re ye ku ev mijara li dijî qanûna bingehîna Iraqê ye.
Wî endamê Parlimana Iraqê destnîşan kir: Emerîka xêncî mudaxila li karûbarên navxweyî yên welatan li dû wêdebirina dewletan û avakirina baregehan e ku divê li hember serdestîxwaziya wê bisekinin.
Hêzên emerîkî ku li sala 2011`an ji ber işkesta berdewam li hember hêzên berxwedana Iraqê, neçar man terka vî welatî bikin,lê li sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞê bi taximeke qaşo navneteweyî re cardinê li Iraqê bi cih bûn.