Komkirina 70 wajoyan li Parlimana Iraqê ji bo derxistina leşkerên amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301161-komkirina_70_wajoyan_li_parlimana_iraqê_ji_bo_derxistina_leşkerên_amerîkî
Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê got ku heta niha 70 parlimanterên iraqî nameya destpêkirina hilêxistina pêşnivîsa pêşnumaya qanûnî ya derxistina hêzên bîyanî nemaze yên amerîkî ji axa iraqê wajo kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2019 06:15 Asia/Tehran
  • Komkirina 70 wajoyan li Parlimana Iraqê ji bo derxistina leşkerên amerîkî

Endamekî Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê got ku heta niha 70 parlimanterên iraqî nameya destpêkirina hilêxistina pêşnivîsa pêşnumaya qanûnî ya derxistina hêzên bîyanî nemaze yên amerîkî ji axa iraqê wajo kirine.

Mêhdî Teqî Endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku biryar e erkantîya Artêşa Iraqê mideha 2 rojên bê da raporeke tam derbarê hejmara baregehên Amerîkayê û hejmara hêzên di wan de raberî Komsyona Ewlehî û Bervanîyê ya Parlimana Iraqê bike.

Mêhdî Teqî herwiha got: Komsyona Ewelhî û Bervanîyê ya Parlimana Iraqê dil heye heke Serokerkanê Artêşê Serleşker Osman Ganimî û Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar Adil Evdilmehdî lêzanînên têkildarî hêzên amerîkî nedin ber destê Parlimanê, wan istîzah bike.