Ayetullah Sîstanî: Nabe Iraq bibe meqera derbelêxistina li welatên din
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i301037-ayetullah_sîstanî_nabe_iraq_bibe_meqera_derbelêxistina_li_welatên_din
Ayetullah Elî Sîstanî ji merceyên teqîlîdê yên Iraqê çend rojan piştî gotinên mudaxlakeirane yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê destnîşan kir: Nabe Iraq bibe meqerek bi derbelêxistina li welatên din.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2019 14:23 Asia/Tehran
  •  Ayetullah Sîstanî: Nabe Iraq bibe meqera derbelêxistina li welatên din

Ayetullah Elî Sîstanî ji merceyên teqîlîdê yên Iraqê çend rojan piştî gotinên mudaxlakeirane yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê destnîşan kir: Nabe Iraq bibe meqerek bi derbelêxistina li welatên din.

 Li gorî rapora IRNA`yê Ayetullah Sîstanî, roja çarşemiyê li hevdîtina  xanim Cenîn Henîs Pilasçart nûnerê nû yê sekreterê giştî û serokê taxima gîhandina alîkariyê ya Rêxistina neteweyên Yekbûyî bo Iraqê UNAMI got: Iraq dixweze bi hemî welatên cîran û dewletên din, peywedniyeke baş, hevseng û li gor  aşitî û berjewendiyên  hevpar û dûr ji mudaxile an binpêkirina hakimiyet û serbixwetiya xwe hebe.

 Ayetullah Elî Sîstanî destnîşan kir: Nabe Iraq bibe meqera derbelêxistina li welatên din.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê raghand: Waşengton ji riya  meqera xwe li Eyn Esedê li parêzgeha  Enbara Iraqê, Îran û hemî navçê dişopîne.

 Piştî gotinên vê dawiyê yên Trump Berhem Salih serokkomar, Adil Ebdulmehdî serokwezîr û Muhemed El-Helbûsî serokê parlemanê, wek berteka li hember bikaranîna  axa Iraqê li dijî welatên cîran, li dijî qanûna bingehîn û hakimiyeta neteweyî ya vî welatî dan zanîn.